torsdag 3 september 2009

SUMER


Gotinên pêşîyan û gotinên pêşîyan yên bihenek yên herî pêşî
Demeke dur û dirêj mirov di wê bawerîyê de bûn ku kitêba gotinên pêşîyan ya di Tewratê, (Încîlê) de ew wecîzeyê ku cara ewil hatibûn berevkirin û cara pêşîn hatibûn nivîsandin. Lê dema ku teqrîben berî du sed salî lêkolîner dest bi lêkolînê, ya li ser kultura, çanda Misrê kirin, koleksîyonên gotinên pêşîyan yên ku ji ên Îsraîlya pir kevntir hatin dîtin. Lê dîsan jî, lêkolîner not dikin ku; ew ne yên herî kevin bûn. Koleksîyonên gotinên pêşîyan yên Sumeran bi sedan sal kevntirin ji axlebên nivîsên wek ên Misrîyan, qet nebe ji ew ên ku heta wêga hatine keşif kirin.
Bi tenê, teqrîben heta bist sal berê jî, hema hema tu kesî, yekî tikîtenê jî ji gotinên pêşîyan ên Sumeran yên otantîk, esil, ne dinasîn. Heta ku hejmarek kêm gotinên pêşîyan ku bi du zimanan weşandî, yanî yên welê ku bi Sumerî hatibûn nivîsandin û piştre wergerandi bûn Akkadî û yên ku hezar sal berî Hz. Îsa, li ser tabletê herîyê hatibûn nivîsandin hatin dîtin. Li gel vê jî Edward Chiera di sala 1934an de gelek perçenivîs weşandin, yên ku li Nîppur hatibûn keşif kirin, yên ku bi tarîxa xwe hezar û heştsed sal berî Hz. Îsa bûn. Ewan dokumentan, yanî yê ku hê jî kevintir bûn, ew yek nîşan dida ku wan nivîskarên Sumerî muhtemelen gelek nivîsên din yên wek wan nivîsandî bûn.
Di sala 1937an de, min dest pê kir û beşek zemanê xwe ji bo lê kolîna, lê hûr bûna ev cureyê edebî, wêjeyî bi kar anî û ez di xebata xwe de bi ser ketim û min hejmarek mezin dokument tespît kirin, hem Muzexana ji bo ew dema pêşdîrokî ya Welatên Rojhilat (Orienten) li Stenbolê û hem jî li Muza unîversîteya Philadelphia. Di herî dawîyê de, min çend sed heb berhev kirin, lê min fêm kir ku, lêkolînên min yên din bo edebîyata Sumerî destûr nade min, ku ez bi detay li ew materyalê mezin, lê bikolim, lê hûr bibim. Ji ber wê yekê min ew sipartin, teslîmî Edmund Gordon kirin, asîstanê min yê li Muzaxanê, kopyayên min yên Stenbolê û dokumentên yên ji Muza unîversîta Philadelphia. Di dû xebatek xîretkêş û enerjîk û ya bi mehan, Gordon keşif kir ku ew materyalên heyî têra, ji nu ve pêk anîna zêdeyî duzînek koleksîyonên cihê û di gelek ji wana de, bi dehan û di yên din de, heta bi sedan gotinên pêşîyan hebûn. Didu ji wan koleksîyonan, bi rêya Gordon bi tîrajek nîhayî hatin weşandin, yên ku tam nêzîkî sê sed heb gotinên pêşîyan tê de kom kirî, yên ku axlebên wan heta nuha nedihatin nasîn. Ev a jî, ji xebata wî ye ku min ji materyalê wî deyn kirî ye, ji bo vî beşî.
Yek ji wan taybetmendîyê, xusûsyetê ku gotinên pêşîyan karaterîze dike, bi giştî muteberîya wan e. Eger ku kesek, kesin di derheqê biratîya însanan de şik bike û yên ku ji nêzîkayîya mirovatîyê, ya di navbera hemû xelkan û nîjadan de, ew ê di xetaya xwe de îkna bibe; ku ew bi tenê bi rêya xwendina gotinên wan yên pêşîyan û qaîdeyê wan ên jîyanê. Zêdetir ji berhemên din yên edebî, ev berhemên ha ji alîyên kulturî û jîngehî ve, ferqa bilindîya wan ji yên din bêtir yê giştî û domdar di tebîeta mirovî de eşkere dike.
Ew gotinên pêşîyan yên Sumeran ku heta roja me hatine paraztin, berhev kirin û qeyd kirin, yên berî 3500 salî ne û gelek ji wan jî, bêgûman aîdî xezîna aqilê ku bi devikî tiradera bûne, (tradera yanî; bi devikî neqil kirina ji nifşekî bo nifşê din, bi nîyeta, armanca; çîrok, efsane, kilam û stiran), yên ku bi kêmanî çend sed salan kevntir bûn. Ew gotinên pêşîyan ji alîyê xelkekî ve hatine çêkirin, afirandin yên ku pir ji me cuda, ji alîyê ziman û jîngeh, adet, kevneşopî û fikir, bawerîya dîn, aborî û jîyana civakî.
Lê dîsan jî ew e, ew cureyên, hest, hiş û aqil yên ku dertên der, eşkere dike û eger hinekî ecêb be jî, dîsan jî ew wek yên me ne. Çawa wê ew yek mimkun be, ku em ê daxwazên xwe nasnekin, bi awayê xwe fikirandin, têkçûn û zehmetîyên xwe di wan gotinên pêşîyan de? Ew yek weke ku mirov olanekê, degvedanekê dibihîz e, ji ew komedîya mirovahîyê, ku li wê derê, misêwa aktorên ku bi şûn de tên û rolên xwe dilîzin.

Li wê derê ew kesê pitpitok, yê ku hemû sûcên, qebhetên û têkçûnên xwe bi qederê ve girêdide û qet dawî li xemê xwe nayne û keser dikşîne:
Ez di rojeke qezayê de ji dayik bûme.
Û cîranê wî, ew yê ku ”ji bo diya xwe ya nexweş” dipeyive û misêwa li dû mazereta digere û ew yê ku pirsa xwe ya bêqîmet bi seferber kirinek şefaf û bi îzahatên nerast diparêze:
Ma mirov dikare bêyî têkilatîya cinsî zarokan çêke?
Ma mirov qelew dibe bêyî ku xwarinê bixwe?
Ew, yên ku Sumerî di derheqê hebûna biserneketinên xwe de difikirin; ew ên ku bi kêrî tu tiştî nedihatin, mirov li vir dibîne:
Ger mirov te têxe nava avê, wê av qirêj bibe.
Ger mirov te têxe nava bexçekî, wê fêkî xerab bibin.
Mina me, Sumeran jî xwe bi şûnde dikşandin, ji bo çikûz bûnê û teserif kirinê. Dê mirov tawiz bide bo tehrîkekê û perê xwe derxe, an jî dê mirov têgihîştî, maqûl wan teserif bikin? Carna xwe bi wiyalî de meyil kirin û carna jî bi alîyê din de:
Em mahkûmê mirinê ne, bihêle em zîvê xwe xerç bikin;
Em ê demeke dûr û dirêj bijîn, divê em (malê xwe) bidin ser hev.
An jî heger ku mirov bazirgan bûna:
Ew cehê pêşî ê dê zû bigihêje – em ji ku pê zanin?
Ew cehê paşîn dê zû mezin bibe – em ji ku pê zanin?
Li Sumer û wek li hin cîyên din, ji xelkê feqîr re zor bû ku bikarîbûna tiştekî bi ser hev de bianîna; ew pozisyon, ew rewş hêjayî li berketinê û xemgînîyê bû, û ya ku îlham dabû îzah kirina kombînezonek melodîk ya van rêze helbestên, yên ku bi qabilyeteke fêmkirinê û bitesîr hatine nivîsandin:
Ji bo yê feqir baştire ku miri be ji ku zindî be:
Ger nanê wî hebe xwêya wî tune;
Ger xwêya wî hebe nanê wî tune;
Ger goştê wî hebe berxê wî tune;
Ger berxeke wî hebe goştê wî tune.
Ew îmkanên yê feqîr ku mimkun bû ku hebe piçûk bûn, bêyî ku bikaribin xwe nû bikin:
Yê feqîr ji zîvê xwe dikote.
Û wexta ku hertişt diqedîya û rêyeke din tune bû ji ku ew miracaetî selefxur bikin, yê ku sert û zalim bû, li hember wan feqîrên deyndar. Û di dû wê netîcê de gotinek pêşîyan:
Yê feqîr deyn dike û ji xwe re derdan peyda dike.
Li Sumer, ew ên feqîr bi giştî nefspiçûk bûn û bi qedera xwe razî bûn. Tu sebebekî tune ku mirov qebûl bike ku ew tu caran bûn sedemê tevlîhevîyê, an jî tu şoreşê, li hember ew ên zengîn û çînên ku hukim dikirin. Lê dîsa jî, gotinek pêşîya heye ku dibêje:
Hemû malên feqiran ne wek hev îtaetkar in.
Eger ku werger bêqusûr be, ew gotina pêşîya nîşan dide ku heta derecekê, weke jê re dibêjin hişyarbûna çînî ye.
Di gotinek pêşîyay din de, mirov dibê qey olana weazên 5:II a dibihîz e:
”Şêrîn e xewa xebatkar”, û Tewrat (Talmud) “Ew yê ku malê xwe zêde dike, xemê xwe zêde dike”:
Ew yê ku gelek zîvê wî hebe bi rastî bextewar e.
Ew yê ku gelek cehê wî hebe bi rastî bextewar e.
Lê ew yê ku malê wî tune dikare razê.
Tîpek ji yên feqîr, yê ku qabilyeta wî ya felsefî kêm bû, sûcê feqîrîya xwe, ne ji qelsîya xwe bi xwe, lê belê ji bêkêrîya li cem ew hevalên, yên ku ew bi wan re diket qirika hevdu, di rêwêtîya dirêj ya jîyanê de didît:
Ez hespekî telebê me,
lê diçim di ber eynî erebê de weke qantirekî.
Ez mecbûrim erebekê (du teker) bikşînim,
li ser zil û pûş kaş bikim.
Heke ku mirov wan karkerên xizan û belengaz li ber çavan bigre, yên ku di nava îronîya qederê de, nikarî bûn ew tiştên ku wan bi xwe çêdikirin, îmal dikirin, li ba xwe ragirtana, Sumeran rexne lê wê yekê digirtin:
Cilê xizmetkarê odê (kammartjänare) hertim qirêjî ne.
Di derbasîyek bi lez de hate gotin ku wan giringîya mezin didan cilan. Wan digot:
Kêfa hemûya ji ew mêrê başbicîl re tê. (Yê ku cilê xweşk li xwe dike).
Ku mirov xizmetkarê odê li ber çav bigre, xuya dike ku qismekî ji wan ne bê perwerde bûn, bi qasî ku ji vê gotina pêşîyan jî xuya dike:
Ew xizmetkarekî odê ye, yê ku bi rastî sumerî xwendî ye.
Tam wek hevpîşên (meslektaş) xwe ên modern, hevdem, diqewimî ku stênografan (awayekî nivisîna bi lez), nivîskeran hertim bi ser nediketin ku bi tevî re bigihîştana, ew tiştên ku dihate dikte kirin. Li pişt van gotinên metih kirî ku taqîb dikin, întîbak bi mirov re çêdibe, ku mirov heweskarê heyfhilînê dibihîze:
Nivîskerekî yê ku destê wî dibeze
wisa zû weke ew devê ku dixwîne
Ew sekreterekî hêjayî navê xwe ye!
Li Sumer nivîsyarên ne emîn jî hebûn, bi taybetî di hêcekirinê de. Di her halî de, întîba bi mirov re çêdibû, wek e ku mirov gûman dike ji vê pirsê:
Nivîsyarekî ku nizane sumerî
ew çi celeb nivîsyar e?
Gelek caran di gotinê pêşîyan de, di derheqê cinsê qels de behs tê kirin û ew hertim ne tiştên pesin danê ne, yên ku têne gotin. Heke ku li Sumer tu kesên ”golddiggers” (yanî; ew jinên ku dixwazin luks bijîn û loma jî bala xwe didin ser mêrên dewlemend), ku mirov ji tunebûna wan ewle bû jî, lewra dîsan jî keçên ciwan (bakîre) ne bêyî bi hestên bo rastîyên jîjanê bûn. Yek ji wan kesên nazenîn ku di salên zewacê de, ku li hêvîya, li benda mîrê ku di xeyala wê de, bê zar bibû û êdî ji xwe re nedikir xem ku sebra xwe veşêre:

Ji bo yê ku xwedî dewlemendî û statû
ji bo yê ku ji ba pê ve ne tu tiştek e,
Gerek ji bo wî ez ê evîna xwe hilînim?
Wekî din, zewac ne bi tenê gul bûn di wê demê de:
Ew yê ku qet jin an jî zarok xwedînekirî be,
tu caran şerît di pozê xwe de hilnegirtî ye. ( îma kirin li ser şerîta pozê hêsîrên şer e).
Ew mêrê sumerî yê zewicî, gelek caran xwe îhmalkirî hîs dikir, Wek ku ji vê gotina pêşîyan jî xuya dike:
Pîreka min li perestgehê ye,
dayika min li jêrê li ber çem e,
Û ez li virê rûniştî û ji birçîna nema me. (dimrim).
Ew pîreka dilbitirs û nerazî, ya ku nizanî bû bê ka qusûra, eyba wê çi bû, di wê dema dûr de jî, pir diçû ser bijîjk. Qet nebe mirov dikare, eger werger rast be, vê netîcê ji van gotinên pêşîyan derxe:
Jineke bêtebat li malekê
ji kerba nexweş dixîne.
Ew yek, di bin wan şertan de, ne ecêb bû ku mêrekî sumerî yê zewicî, carinan ku ew poşman dibû û heta dereceyekê dihişt ku bengînî ronahî di çavên wî de nehêle:
Ji bo xatirê zewqê: zewac.
Bi fikirandineke kûrtir: hevdûberdan.
Carinan dikaribû ev jî biqewime – tiştên bi vî rengî di roja îro de jî rû didin – ku ew herdu yên nûzewicî, bi hestên gelekî ji hev cihê diketin nava zewacê, ya ku ev kurte tesdîqkirina pir xweşxeber jî ku baldikşîne:
Dilekî şad: bûkek.
Dilekî xemgîn: zavayek.
Heçî xesûyê eleqedar dike, xuyaye ku ew ne werê dijwar bû wek hevdemên îroj li hember xwe; qet nebe tu çîrokên xesûyên sumerîyan hîna eşkere nebûne. Di Sumera kevin de bûk bû ya ku xwedîyê navê (reputation) xerab. Ew yek ji epîgrameke sumerî dîyar dibe ku çi baş e û xerab e ji bo mêrekî, wek ku îfade dibe:
Kodikek li çola ziwa
jîyana mêr e,
Sol (pêlav) ronîya çavên mêran e,
Pîrek pêşeroja mêran e,
Kurek sitara mêran e,
Dotek xelasîya mêran e,
Lê bûkek cehenema mêran e.
Sumeran qîmeteke mezin didane dostanîyê. Lê wek ku li cem me jî ”Xwîn tîrtir e ji avê” bû:
Dostanî rojekê dajo,
Merivantî ebedî ye.
Miqayesek balkêş e, enteresan e, ji alîyê nezera çand û dîrokî de, ku kûçik qet wek ”dostê însanan yê herî baş” ji alîyê sumeran ve nehatîye dîtin. Bi qasî ku ji van gotinên pêşîyan yên weha jî xuya ye, ku ew, yanî kûçik bilekîs gelek nesadiq dihat dîtin:
Ga cot dike,
Kûçik wan xetên kûr xera dike.
Ew kûçikek e: ew mala xwe nas nake.
Kûçikê hesinger nikarîbû sindanê (örs) biqelibîne;
Lewma ji dêlva wê ve wî kûzê avê qeliband.
Eger helwesta sumerîyan bo kûçik ji bo me piçekî ecêb xuya bike jî, wekî din, di mijarên din de fikir û bawerîyên wan hebûn, yên ku pir mîna yên me bi xwe ne, bo nimûne:

Keştîajoyek (yê ku bêrikên keştîyê, gemîyê dikşîne) mêrekî bi karakterekî şerûd e.
Ev gotina pêşîya ya henekker a sumerî:
Wî hêja rêvî negirtiye,
Lê wî ji niha ve toqahesin ji stuyê wî re hazir kiriye.
Ew wek beramberî ev a me ye ”Mirov dê nebêje roj baş (bijî) berî ku meriv di ser cihikê re derbas be”.
Nîhayet, dawîya dawî:
Wexta ez ji wî gayê kûvî xelas bûm,
Rû bi rû mam bi wê çêleka har re.
Ev bi tenê bi awayekî din e ku tê îfade kirin: ”Ur askan i elden”. Yanî; ”Ji ber baranê reveiya leqay terezê hat”.
Divê ku mirov xebatkar, jêhatî be, bêguman di her demê de û li her deveran dihate weaz kirin; sumeran ew tişt, bo nimûne wisa îfade dikirin:
Dest û dest, xanîyê mêrekî ava dibe;
Zik û zik, mala mêrekî wêran dibe.
Qismek ji sumeran di bin bandora, tesîra nexweşîya mezinîyê de mabûn û zêdeyî îmkanên xwe dijîyan. Qesd kirina vê hişyarîyê ji bo wan bû:
Ew yê ku wek mîrekî xanî ava ke, wek kolekî dijî;
Ew yê ku wek kolekî xanî ava ke, wek mîrekî dijî.
Ku mirov şer û aştî li ber çavan bigre, yanî ji wê hêlê de li meselê binêre, sumerî bi xwe jî wek me di eynî dilemmayê de bûne. ”Mirov aştî bixwaze, divê mirov xwe ji bo şer bi çek bike”, digot romayîyan û sumerîyan û ew yek wanî îfade dikirin:
Dewlet qels bi çek e – (çekê wê hindikin)
Dijmin nikare were qewirandin ji ber dergehê der.
Lê wan zanîbû ku şer jî ne zêde bi feyde ye û hertim ji alîyê neyaran de bi eynî awayî bersîv dihatê dayin:
Tu dikevî rê û diherî welatê dijmin dagir dikî;
Dijmin ji wê were welatê te dagir ke.
Lê, ger ku ew şer be yan jî aşîtî, tiştê herî giring ew e ku mirov hertim “hiş li serî” be û nebe qurban ji bo îluzyonan. Di derheqê wê de sumerîyan digot, şîretek ku hîn jî muteber e:
Mirov dikare xwedî hikumdarek be, mirov dikare xwedî qiralek be,
Lê sedemê wê tirsa mirovan memûrê bacê ye!
Ew komên, koleksîyonên ji gotinên pêşîyan û ji gotinên pêşîyan yên henekker, bi tenê alîyekî ji wê edebîyata, çavkanîyên nivîskî (visdomslitteraturen) yên Sumerî nîşan dide. Ew nivîskarên Sumerî, wê ceribandina, essän (hunerekî nivîsandinê) pedagojîk jî çêkirine, afirandine, wek bo nimûne, ew dikare ji grûpek qaîde an jî ji destûrname, nîzamname, tiştekî welê ku mîna; kitêbek gelêrî bi komek, koleksîyonek ji fikran û lênêrînan yên gelêrî ku xwedîyê giringîyek ji bo zîraet, cotkarî, bi kurtî şîret û tecrûbeyên jîyanê ji bo gundîyan di zemanê berê de “Bondepraktikan” (beşê dehan), an jî ew dikarbû wek taswîrkirinek ji jîyana mektebê be (beşê diduyan). Lê cûreyekî berhemên aqil, aqilmendî (visdomsalster) hebûn, yên ku nivîskarên Sumerî bi taybetî heyranê wan bûn: Li ser pirsgirêkekê minaqeşe kirin (dispyt), yanî babetekî şerê ronakbîrî, entellektuelî û minaqeşa aqilmendî. Ew yek herî pir jî di minaqeşa li ser pirsgirêkekê ya di navbera du raqîban de pêk dihat, yên ku her yek ji wan karibûn; (personifiera, yanî teswîrkirina an jî fêm kirina (tiştekî, alavekî bêruh, têgehek, mefhûmek micered, abstrak, dewletek, welatek û yên wilo), şexsek an jî mexlûqekî jîndar; û dikre lê bê zêde kirin (alavekî bêruh û hwd) taybetîyên, xisûsyetên însanî (fikir, hizir an jî şarezayîya axaftinê û yên werê); (di xebateke edebî de) tarîf kirina (heywanek, alavekî bêruh û hwd) îfşaker, eşkereker û yên wilo. demsalek, heywan, nebat, gulûgîya, maden, kevir an jî wek ku ew çîroka Încîlî ya pir bi kurtî, Kaîn – Abel, meşxûlyetek, xebitandinek.
Nuha em têne ba şerê bi gotinan; ordstrid; şerê bi gotina an jî nivîskî; pirsgirêk an jî debat an jî ketina qirika hevdu (di xizmetê de jî) bi taybetî jî; di derheqê îxtîlafa gotinan de, maneya û rast bikaranîna wan û yên wilo, an jî bê naveroka fikrek miayen, divê çawa rast were îfade kirin û yên welê. yên edebî û herî pêşîn di dîrokê de.
Çavkanî:
Samuel Noah Kramer: Så Levde Sumererna
Amerikanska originalets titel: From the Tablets of Sumer
1956 by Falcon´s wing Press, Indian Hills, Colorado
Översättning av Gunilla och Stig Roswall
Victor Pettersons Bokindustri Aatiebolag
Stockholm 1958
Werger ji siwêdî: M. H. Şimşek

lördag 30 augusti 2008

Pelle Holm Ordspråk och talesätt - Gotinên pêşîyan û gotinên pêşîyan yên henekker

Gotinên pêşîyan kurt û wecîzenî minasib in. Ew di derheqê hemû û hertiştî de ne.
Ew dibêjin bê mirov çawa ne, an jî divê ew çawa werin dîtin.
Människa är människa värst
Însan dijminê însan e
Den ena människan är den andras varg
Mirovek gur e bo mirovekî din
Advokater och soldater är satans lekkamrater
Parêzer û leşker hevalên îblîs in ên yarîker
Få som far, ingen som mor
Kêm weke bav, hîç kes weke dê
Ew behs dikin bê çawa tişt li vê dinyayê diqewimin, bi rê ve diçin.
Den illa gör han illa far
Ewê xerabî bike xerabî dibîne
Û ew dibêjin bê mirov dê çawa hereket bike (rabûn û rûniştin) di jîyanê de û dê mirov xwe ji çi bistirîne. Ew wê raste rast dibêjin: wilo û wilo bike!
Tänk först och tala sedan
Pêşî bifikire û piştre bipeyîve
An jî, hîn jî hêsantir: mirov dê welê bike
Man ska ta seden dit man kommer
Mirov dê toreyên wan bigre ew cîyê ku mirov herê
Man ska inte bättra ont med hälften värre
Mirov divê xerabîyê bi xerabîyê xerbtir neke
An jî: ew çêtir e ku wilo bike ji wilo
Bättre fly än illa fäkta
Baştir e bireve ji ku xerab şerbike
Bättre tiga än illa tala

Başti e nepeyîve ji ku xerab bipeyîve
(ango; bêmane, beraday nepeyîve). Bang di bin rû de ye, lê ew xuya ye.
Dîsan jî carinan bang zêdetir di cîyê nixumandî de ye. Mirov belkî yekser wê ferq nake, lê ku mirov lê bifikire, wê gavê mirov wê dibîne. Mirov dibêje:
Snar hjälp är dubbel hjälp
Zû alîkarî cot (du qat) alîkarî ye
Û wê gavê mirov dixwaze bibêje: bilezîne û yekser alîkarî bike! Helbet mirov nabêje: ”ji xwe re ûjdanekî baş peyda bike”, lê dîsan jî mirov dixwaze wê bibêje, gava ku mirov dibêje:
Ett gott samvete är den bästa huvudkudden
Ûjdanekî baş balîfekî herî baş e
Wexta ku mirov dibêje:
Ärlighet varar längst
Duristî herî domdar e
Hingê mirov pir vekirî wê qesd dike: durist be! Û çi çaxa ku kesek bibêje:
Små grytor har också öron
Beroşên piçûk jî xwedî guh in
Hingê mirov wê weke balkişandinek, îqazkirinek his dike: dîqet bike bê tu çi dibêjî, gava ku zarok li derûdor hebin.
Carinan gotinên pêşîyan dibêjin bê mirov dê çawa hereket bike, di fersendek zelal de, an jî di rewşek miayen, dîyar de. Ew dibêjin bê mirov dê çawa bike, gava ku mirov pelûlê bixwe
Bättre blåsa på gröten än bränna sej
Baştire ku pifî pelûlê bike ji ku xwe bişewitîne
Û her kes fêhm dike ku ew qet ne pirsa di derheqê wê pelûlê de ye, lê belê tam berevajî ku ew di derbareya her tiştên din de ye: tu çi jî dikî bike, lewre sakîn, aram be û di destpêkê de bidîqet be! Gotinên pêşîyan behsa ew rewşa taybet dikin û ew bi giştî jîyanê qesd dikin. Ew dibêjin:
Man ska inte ropa hej förrän man är över bäcken
Mirov dê nebêje roj baş, berî ku mirov xwe di ser cokê re qevz bike
Man ska inte sälja skinnet förrän björnen är skjuten
Mirov dê post nefroşe berî ku hirç were kûştin
Lê her kes fêhm dike ku ew ne pirsa ku mirov xwe di ser cokê re çeng bike an jî ku hirçekê bikuje. Ew pir eşkere tê vê manê, watê: di mesela xwe de ne zêde ewle be, berî ku hemû tişt tam amade be.
Mîna ku gotinek pêşîyan dibêje; bê çi diqewime çawa dibe û dimeşe li vê dinyayê: weke ku mirov bi xwe tev digere, hereket dike, welê jî mirov ji hêla yên din ve tê miamele kirin.
Som man ropar i skogen får man svar
Weke ku mirov li daristanê diqîre mirov bersîv distîne
Ew yek dengvedanê qesd nake gava ku mirov li daristanê bang dike, lê belê ew tê vê manê: ku mirov dostane bi xelkê re bipeyîve, hingê mirov jî bersîvek dostane distîne. An jî tam berevajî
Som man sår får man skörda
Bi qasî ku mirov tov diçîne mirov dikare berev bike
Som man kokar får man äta
Bi qasî ku mirov dikelîne mirov dikare bixwe
Som man bäddar får man ligga
Bi qasî ku mirov nivîn raxe mirov dikare xwe dirêj bike
Ew yek tê mana hemûyî, tevî: ku mirov weke yekî çors, zirtek hereket bike, hingê mirov weke yekî çors miamele dibîne, tê miamele kirin.
Gotinên pêşîyan gelekê caran bi rêya wêne, resim û teşbîh, şibandin dipeyivin û ew yek bi giştî nayê wê manê ku mirov dê dêna xwe zêde bera ser wê wateya gotin bi gotin, herfîyen bide. Ger mirov bibêje:
Äpplet faller inte långt från trädet
Sêvek ji darê dûr nakeve xwarê
Welê mirov bêguman dikare qesd bike ku sêvek rast dikeve xwarê, binê wê gulîya ku ew pêve bû. Lê ku mirov wê qesd bike, wê gave ew nabe tu gotina pêşîyan, ew bêguman bi tenê dibe rastîyek, heqîqetek. Ew dibe gotina pêşîyan eger ku mirov maneke, wateke din têde bi cî bike, bi taybetî ku mirov qesd bike ku bi dê û bavên welê, bi tenê ew dikare zarokên welê bêedeb çêbibe. Ew maneya rastî nixumandî di binê rû de ye. Gotinên pêşîyan xwedî du binî, alî ne, ew tiştekî dibêjin, lê di bin wê de tiştekî din heye û ew e, ew dixwazin wê derxin der.
Gamla träd ska man inte flytta
Mirov dê cîyê darên kevin neguhêre
(Mirovên yextîyar dê mirov bihêle ew li wî cîyê ku ew hîn bûne lê bijîn).
Nya kvastar sopar väl
Melkesên nû xweş paqij dikin
(Şefên nû dixwazin hertim xwe jêhatî nîşan bidin).
Där gärdsgården är lägst hoppar alla över
Tev xwe di cîyê çepera hewşê herî nizm de çeng dikin
(Hemû diwêrin bi ser yê qels de herin).
Ew behsa heywana dikin û ew însana qesd dikin
När krubban är tom bits hästarna
Wexta ku alif vala ye hesp hevdu gez dikin
(Gava ku perên mesrefê malê diqede jin û mêr şer dikin).
När katten är borta dansar råttorna på bordet
Wexta ku pisîk ne limal e mişk govend digrin li ser mase
Arga hundar får rivet skinn
Kûçikên enirî dibin xwedîyê çermên napirî
Var fågel sjunger efter sin näbb
Her çivîkek li gor nikilê xwe dixwîne
Ew tev di derheqê me însanan de ne û qet ne di derheqê; pisîka û kûçka û çivîkan de.
An jî ew behsa zarokan dikin û ew mezina qesd dikin
Bränt barn skyr elden
Zarokê şewitî ji agir direvî
Lika barn leka bäst
Zarokên vek hev çêtirîn dilîzin li gel hev
Wexta ku însan cara ewil bi ser nakevin, ji heq dernakevin, ew tiştê ku ew hewl didin, diceribîn in, wê gavê mirov wan teselî dike bi ku
Alla barn i början
Di destpêkê de tev zarokin
Ew gotinek pêşîya ya kevin e. Lê di destpêkê de, ew nave wê ne tam wilo bû. Di pirtûka gotinên pêşîyan ya bi nave “Swenske ordsedher” ya di sala 1604an de, navê wê
Alle äre barn i börjande
(Yanî ew şiklê kevin yê “Alla barn i början”, ango ”Di destpêkê de tav zarokin”).
Lê hêdî hêdî, bere bere ew hate şayîk kirin û li cem Grubb di 1665an de (xwedîyê pirtûka gotinên pêşîyan ya ewli ya Siwêdî), ew bû xwedîyê ev formê giroverkirî
Alla barn i början (yanî “Di destpêkê de tev zarokin”).
Ew e ew gotina pêşîya, ya mikemel, tekûz. Ew kin e; ew xwedîyê ew du maneyên cuda ye, zarok: mezin; ew xwedîyê qafîya destpêkê ye (barn: början) sebî: serî (zarok: destpêk), û ew xwedîyê ew rîtmê sabît e; a´lla ba´rn i bö´rjan. Mirov nikare zêdetir daxwaz bike. Ew tam ew taybetmendî ne, xisûsyet in, yên ku dikn ku gotinên pêşîyan têne bira mirov û ku ew dikarîbûn bi sedan sal bijîn.
Berî hertiştî ew kurt in û hêsan e. Hevokek, cumlek dirêj ya bi gelek ristan nabe tu gotinek pêşîyan. Mirov dikare bibêje ku ”eger ku mirov bixwaze tiştekî qezenc bike, wê gavê jî divê ku mirov biwêrî be tiştekî bike û wî rîskî bide ber çavan ku mirov dikare wenda jî bike”, lê wek gotina pêşîya ew bitenê dibe ” den som vågar han vinner”, yanî Kurdîya wê ” Yê ku biwêre ew qezec dike”, an jî hîn jî kintir ”våga vinna”, ”biwêre qezenke”. Gotina pêşîya wan diqeşêre, gotinên nelazim gişa ji nav berhev dike û bitenê kakil bi xwe dihêle. Ji dêlva minaqeşeyên zêde dirêj, ev gotinên kurtkirî (korthuggna)hene ”
Lätt fånget lätt gånget
Zû bidest ket zû ji dest ket
Slutet gott allt gott
Talî baş tev baş
Gotinên pêşîyan, hêsantir di hiş de dimînin, çaxa ku ew xwedî tempok rîtmîk bin
Sådan herre sådan dräng
Begê welê rêncberê welê
Kommer tid kommer råd
Dem tê şîret tê
Di Tewratê (Gamla testamentet) de û di pirtûka gotinên pêşîyan de, ew welê dihat bi nav kirin ku
Stort sinne går före fallet
Hişê mezin berî rewşê diçe
Rîtmê wê zêde kulek bû, ji bo xatirê ku ew weke gotinê pêşîya bijî, ji ber wê yekê, ew hate şayîk kirin û bere bere û dawîyê ew bû
Högmod går före fall
Quretî berî ketinê diçe
Lê ew hîn jî baştir dibe, ger ew bi qafîye be. Qafîye di temamê cure û celebên û cinsên xerab yên gotinên pêşîyan de hene, lê bi taybetî wek qafîya dawî û ya pêşî. Di Tewratê de li cem Syrak, li wê derê behs tê kirin ku hertişt fanî ye, yê mirinê ye. Li wê derê, jê wê re wanî digotin
Idag konung imorgon död
Îroj mîrî sibê mirî
Ew weke gotinên pêşîyan najî, lê ji dêlva wan ve, me van varyantên bi qafîye girtî ye.
Idag röd imorgon död
Îroj sor sibê li gor
Idag gull imorgon mull
Îroj delalî sibê mezelî
Idag sund imorgon kall i mund
Îroj sax sibê nesax
Varyasyonên welê bi qafîye li gelek deveran dertên der. Lê wê derê gotinên pêşîyan, yên di derheqê jin û mêr de, li mal û li deverên din. Wan bi qerfekê ji bo pîrekê dest pê kir
Li derva wek etetok (qijika belek) li malê wek pitpitok
Hingê bersîvek tê ji bo ew mêrê zewicî
Borta som en björn hemma som en skjuten örn (eller tvätom)
Li derve wek hirçekî li male wek bazekî bask şikestî (an jî tam berevajî)
Borta sträng hemma dräng
Li derve dijwar li malê rêncber
Borta som en hjort hemma som en – belê
Qafîya dawî hertim mirov leqay dibe
Li derve wek şivirek li malê wek yek –
Morgonstund har guld i mund
Kêlîka sibê zêr didê
Den enes död är den anres bröd
Hinekan mirine hinekan xwarine
Vad som gömmes I snö kommer upp i tö
Ew tiştê ku veşartî li bin berfê bi guhertina hewayê re dertê
Lova runt och hålla tunt
Zêde soz bide û hindik pêk bîne
“Hålla tunt”, yanî “Hindik pêk bîne”, meriv wê dibêje, bi tenê ji bo ku tiştekî ku qafîye bê pêk bê, ji bo “lova runt”, yanî “zêde soz bide”.
Ku qafîye tune be, hingê mirov yekê çêdike. Carinan mirov mîsalan welê dibîne, ku mirov gotinek rakirî ye, ya ku di rastîyê de minasibtir bû û ji dêlva wê veyeke din û xerabtir xistîye wir (cîyê wê), bi tenê ji bo ku mirov qafîye dixwaze. Tecrûbe nîşan dide ku qanûna di derheqê qedexekirinekê de mecbûre, dive bê îtaet kirin ji alîyê biryarname di derheqê ceza de, yan na tu hêza qanûnê tune ye, ew bêkêr dibe mina wek saeta dêrê ya bê textik, ew naxebite. Wê demê Almana gotinek pêşîyan çêkirin
Gesetz ohne Strafe ist Glocke ohne Klöppel
Û bi Siwêdî ew bû:
Lag utan straff är klocka utan kläpp
Û kurdîya wê:
Qanûna bê ceza saeta bêdarik e
Lê em ji wê ne memnûn bûn. Gotina pêşîya ya rastî fêhmbar bû û baş bû, lê wê xweş deng dernedixist. Ji ber ku ”straff” yanî ”ceza” qafîye pêk netanî bi ”kläpp” yanî ”darik, textik” re, wê wextê mesele ew bû ku li gotineke din bigere û ew welê bû
Lag utan käpp är klocka utan kläpp
Kurdîya wê:
Qanûna bê dar saeta bê dartik e
Ew piçekî dirêj û nexwezayî bû, lê ew biqafîye ye û wê demê ew lê hat, minasib bû.
Qafîyên destpêkê jî welê hezkirî bûn, yên wilo wek ku di gotinên hertim, gotinên herodiro de bêhesab hene, barn och blomma, yanî; kurik, keçik (zarok) û kulîlk, hus och hem, yanî; xanî û xane, stock och sten, yanî; kut û kevir, fred och frihet osv. yanî; azadî û aşîtî û hwd. Çaxa em dê bibêjin ku ”ew çênabe, ew ne mimkun e”, hingê mirov wê xweşik dike bo ”den gubben går inte” ”ew ê kal kar nake”, û meriv wilo dike, ji ber ku gubbe yanî kalo bi g destpê dike û wek går. Û wexta ku mirov dê bibêje ku ”det är ingenting att grina åt” yanî ”ew ne tiştekî pêkenînê ye”, hingê mirov ji dêlva wê ve dibêje ”det är inget gröt att grina åt” yanî ”ew ne lepe ye ku laqirdî pê bike”.
Qafîyên bi vî celebî ji demên kevin de normal in, di gotinên pêşîyan de
Det är inte guld allt som glimmar
Hertiştê ku diçirise ew ne zêr e
När musen är mätt är mjölet beskt
Gava ku mişk têr be arvan tahm tahl e
Di demên kevin de, gotinek pêşîya hebû ya ku digot, ku
Där ölet går in går vettet ut
Cîyê bîra dikevê aqil jê dertê
Ew lê tê, ji ber ku mirov herî zêde bîra vedixwar. Lê dîsa jî dev jê hate berdan, ji bo ew gotina pêşîya ya bi qafîye
Där vinet går in går vettet ut
Cîyê şerab dikevê hiş jê dertê
Li hin deveran wan digot ku ”fler dränker sig i öl och brännvin än i vatten”, yanî ”zêdetir xwe di bîra û araqê de dixeniqînin, ku ji avê”, lê ew gotina pêşîya ya ku li hêla giştî ve qebûlkirî, dibêje ku
Det är fler som drunknar i vin än i vatten
Ji avê zêdetir xelk xwe di şerabê de dixeniqîn in
Ew fabela kevin a Yûnanî, ya di derheqê rêvî û tirî de, li cem me ew bûye xwedîyê vê gotinê, îfadê
Surt, sa räven om rönnbären
Tirş e, got rêvî ji bo şîlana hûr
Û di çîroka di derheqê Schlaraffenland de, li wira ew çivîkên sorkirî, qelandî (kramsfåglarna) an jî kevokên ku di devê yekî de difirin, ji dêlva wê ve, ew bûn stekta sparvar yanî çûkên beytik yên qelandî. Mirov meraq dike, bê wê rêvî dê çi bikra bi şîlana hûr û bê me ê çi bikra bi çûkên beytik yên sorkirî. An jî hê rasttir: mirov qet meraq nake, mirov bi wê razî ye, bi saya wê qafîya destpêkê.
Qafîye giringtir e ji aqil (şîyana têgihiştinê). Ew gotinên pêşîyan xweştir dikin û hêsantir ji bo ku ew werin bîra mirov. Rîtm û qafîye, bi koma gotinên pêşîyan ji mirinê xelas kirin.
Mirov carinan ji xwe dipirse: ew çi ye, ku hêzek welê, ya ku mirov nikare xwe wilo li berê bigre, ku dide gotinên pêşîyan? Ew çi ye, ya ku dike ku mirov bi wan bawer e? Wexta ku mirov bixwaze îdîakê biparêze an jî li dijî yekî din tiştekî bibêje, wê gavê mirov gotinek pêşîyan derdixe pêş, bi kar tîne, ya ku dibêje; ku mirv bi heq e û hingê ew mesele temam e û îsabet kirî ye. Belkî mirov nikare mixalifê, dijberê xwe îqna bike, lê mirov zora wî dibe. Zora wî tê birin, bi hêza gotina pêşîyan ya di ser aqil, fikir re. Û dîsan jî ew gelek caran rastîyên pir gumanbar û bisaw ên mezinkirî, mibalaxe ne.
Di demên kevin, di dû Latînî de, ew wanî dihat binav kirin ku
Den som tiger han tycks samtycka
(qui tacet concentire videtur)
Ew ê ku bêdeng be xuya ye ew qebûl dike
Lê em tam ewle dibêjin ku
Den dom tiger han samtycker
Ev ê bêden be ew qebûl dike
Em dibêjin
Den som viskar han ljuger
Ew ê ku kurtepist dike ew derewa dike
Ew ne rast e, an jî ew ne pêwîste ku rast be. Di demên Kevin de, ew wanî dihat bi nav kirin
Den som ofta viskar han ljuger somligt
Ew ê ku gelek caran kurtepist dike ew hinek derewa dike
Ew bi dîqettir bû. Û rasttir. Lê wê xweş dend dernedixist. Em dixwazin ku ew hêsantir be û welê me wê kurt kir û ji dêlva wê ve got; Den som viskar han ljuger, yanî; Ew ê ku kurtepist dike ew derewa dike. Ji ber wê em bûne xwedî mezinkirin, mibalaxe.
Li vir careke din ew daxwaza ji bo ew a kurt û hêsan paşve tê. Ew dike ku mirov xwe di ser temamê bisînorkirina re çeng dike. Gotinên bi vî rengî, yên wek ”gelek caran û kêm caran û carinan, car caran, mirov wan ji nav dineqîn e, vediqetîn e. Mirov nabêje hinek an jî pir zêde, lê belê mirov dibêje tev, hemû an jî qet, hîç.
Den som vinner tid vinner allt
Ew ê ku zeman qezenc dike tev qezenc dike
Den som köper allt vad han ser får sälja allt vad han har
Ew ê ku dikire hemû tiştê ku ew dibîne divê ew bifroşe hemû tiştên xwe
Bi eynî awayî herdem, hertim û hîç, qet
Alltid bäst som sker
Hertim baştirîn e yê ku diqewie
Vackra visor är aldrig långa
Stranên xweş ne dirêj in qet
En olycka kommer aldrig ensam
Qezayek tu carê bi tenê nayê
Encama wê yekê dibe, ku gotinek pêşîya îdîa dike: ew hertim welê ye, tevî ku ew di rastîyê de bi tenê qesd dike: dibe ku carinan welê be. Û mirov wê fêhm dike.
Gelek caran gotinên pêşîyan metodekê bi kar tîne, ya ku pir qurnas û xasûk e. Gava ku tiştekî ku ew dixwazin wê bi dest bixin an jî qeşmerîyê xwe pê bikin, wê çaxê ew wan, di gel tiştên din bi hev re pêşkêş dikin, yên ku naskirî, binavûdeng û zelal, eşkere û ji ber wê, mirov tevî qebûl dike – ew tu tiştekî îsbat nakin, lê em dîsa jî bawer dikin ku tiştekî tê de heye. Wexta ku ew dixwazin bêrêzîya mîrze, beg, yanî mirovê mezin rexne bikin, ew dibêjin ku
Herrar och hundar stänger aldrig dörrarna
Beg û seg tu caran ranadin derîyan
Ew tiştan bi hev re pêşkêş dikin, yên ku ew îdîa dikin ku ew wek hev in
Lycka och glas går lätt i kras
Şûşe û şadî dişkên bi hêsanî
Ed och ägg är snart brutna
Soz û hêk wê gavê dişkên
Belkî ew ne wilo îqnaker e, eger ku mirov lê bifikire, lê mirov lê nafikire, mirov pêre pêre, di cî de pê bawer dibe, ew yek ji ber xwe dibe. Û yek baştir diçe, çêdibe, ku tiştên, yên ku tam berevajîyê hev in, bîne ba hev.
Stort huvud litet vett
Serî gir aqil hûr (Serî mezin aqil kin, kêm)
Kalla händer varmt hjärta
Destên sar dilê germ
Û em jî welê pê bawer dikin. Gotinên pêşîyan xwedî kapasîteke xerîb in, ku ew her çi dibe, ew bi xelkê didin bawer kirin.
Lê îstisna hene. Gelek ji wan gotinên pêşîyan aîdî wir in, yên ku li wê derê xelkêmêr di derheqê jinan de xerab dipeyivin. Ew hêrsok, bihnteng û nexweşê pevçûnê ye
Arg kvinna och bitande hund vaktar huset bäst
Jina bihers û kûçkê har baştirîn miqate dibin li mal
Trätosam kvinna är ett ständigt takdropp
Jina şerûd misêwa dilopkirinek xanî ye
Den som vill bli utskälld ska gifta seg
Ew ê ku bixwaze erzşikandî bibe dê ji xwe re bizewice
Hellre gå fri på en grön äng än stå bunden vid en törnbuske
Bi dilxweşî û azad li ser mêrgek kesk ji ku girêday be li bin darek gulê
Ew çenebaz e û fesad e.
Kvinnan bär svärdet i munnen, och hon låter det inte rosta i skidan
Jin şûr di devê xwe de hildigre û ew nahêle ew di kalan de zingar bigre
Mångtalig kvinna gör mannen trött
Jina pirxeber mêr dike derbeder
Tre käringar, tre gäss och tre grodor gör en årsmarknad
Sê heb pîrejin, sê heb qaz û sê heb beq çêdikin bazara salek
Û berî hertiştî, ew bêbiryar û nesadiq, bêbext e
Kvinnogunst och rosenblad faller snart av
Dilhezîya jinê û pelê gulê wê gavê tên xwarê
Klar himmel och leende kvinna är inte att lita på
Jina devliken û asîmanê bêewr pê nebe bawer
Kvinnan ler när hon kan, men hon gråter när hon vill
Jin dibişire gava ew dikare, lê ew digrî çaxa ew dixwaze
När hunden haltar och kvinnor gråter, så har det inte mycket att betyda
Wexta ku kûçikek dikule û jin digrîn, wê gavê ew zêde nayê tu manê
Den som tar ålen om stjärten och kvinnan på orden, han vinner inte mycket
Ew ê ku bigre dûva marmasîyek û cidî bigre gotina jinek, ew qezec nake zêde tiştek
Lê belê mêr, ew e xwedî soz û saxlem
En man ett ord
Yek mêr yek gotin (Mêrek gotinek)
Mans ord är mans ära
Gotina mêr şerefa mêr e
En karl står vid sitt ord och en käring vid sin påse
Mêrek li ser gotina xwe ye û pîrejinek li cem kîsê (virê) xwe
Ecêb e ku ewqas dayikên bi tenê hene.
Ji mêr re ew qet ne hêsane
Rök och lök och ond kvinna kommer mannens ögon att rinna
Dûman û pîvaz û jina xerab wê bikin ku çavên mêr hêstir bikin
Tre ting gör ve i bondens hus: ond kvinna, rök och väggelus
Sê tişt felaket çêdike li mala gundî: jina xerab, dûman û spîyên dîwar
Lê ew (mêr) hewl dide ku bi alîkarîya gotinên pêşîyan xwe biparêze. Di sedsala 15an de, ew wanî dihat bi nan kirin
Styr häst med betsel och kvinna med käpp
Hespê bajo bi hevsar û jinê jî bi gopal
Û di sedsala 17an de, mirov ji Almanî ew gotina biheytehol, şahane wergirt ku
Kvinnan har sitt ljus av mannen liksom månen av solen
Jin şewqa xwe ji mêr digre mîna ku hîv ji rojê
Lê tiştên bi vî rengî, mirov xwe jê distirîne ku neqil bike, di roja me ya îroj de. Xelk bi wê bawer nake. Û mirov naxwaze ku xwe ecêb, komîk bike. (Di destpêkê de ew bêguman bi tenê qesd dikir bi, ku di zewacê de esalet dide dû xeta, rêçika mêr û ne xeta jinê; lê formulekirina wê bêguman pirtirîn şeqam tê de nixumandî ye).
Hêza gotinên pêşîyan gelekê caran di awayê metoda wê bi xwe de ye, yê ku ew pê dibêjin, wê bi kar tînin. Ew şîretên baş didin, lê ew ne bi formê ferman kirinê, emir kirinê. Ew nabêjin: hiş be! Durist be! Lê belê ew dibêjin
Bätter tiga än illa tala
Baştire hiş be ji ku xerab bipeyîve
Ärlighet varar längst
Duristî zêdetir dom dikî
Ew pitepit nakin û nabêjin: ekonomîk be! Ew baştir dimeşe, çêdibe, bi ew perspektiva pêşerojê ya cazîb, atraktiv: Den som spar han har, yanî; Ew ê ku hilîne yê wî heye. Ew e tona eslî, dengê bingehî, yê di hemû propoganda teserifkirinê de.
Ew hêsantir jî çêdibe, dimeşe, gava ku gotinên pêşîyan bi wêne, bi resim dipeyivin. Gotin bi gotin, herfîyen, di naveroka wan de, li dijî wan tişkî nikare were gotin û ew bêguman rastîyên zelal in û welê jî mirov bawer e bi du maneyîyên wan. Eger ku mirov bibêje, ji bavekî alkoholîk kurên alkoholîk çêdibin, wê wextê ew yek tu însanî nade bawer kirin. Lê eger ku mirov bi eynî hevokê bibêje
Äpplet faller inte långt från trädet
Sêvek ji darê dûr nakeve xwarê
Wê wextê xelk fêm dike. Gotin bi gotin ew rast e û hingê mirov li dijî wê maneya mecazî (maneya bi wêne) jî dernakeve. Û di rastîyê de mirov rê dide ku xwe bi îdîayekê bixapîne, ya ku mirov dê wê qebûl nekrana, ger ku ew raste rast bihata gotin.
Gotinek me ya pêşîya heye, ya ku tam hêrsker, ya ku mirov hêrs dike. Ew ev e
Ingen rök utan eld
Cîyê şewat lê nebe dû jê hilnabe
Gotin bi gotin ew rast e, an jî hema hema rast. Û welê jî em bi wê bawer dikin, eger xelk çi jî bi wê qesd bike. Eger ku ew yekî ji bo ewan rûreşkirinên herî nemaqûl sûçdar bikin û ger ku mirov welê îsabet bike, ku ew tevde ne raste jî, hingê ew dîsa jî dibêjin: belê, lê; cîyê şewat lê nebe dû jî hilnabe. Bi wê gotina pêşîyan, mirov dikare bi rêyên veşartî û kî dibe bila bibe, şeref û namûsê ji wan bistîne.
Lê ew berî hertiştî, yê ku xisûsîyeta gotinên pêşîyan dide wan, ew rastîyên wan yên ku li dij nayê sekinandin in û ew bi temamî tiştekî din e, ew e ku; mirov wan bi kar tîne, bi tenê ew cîyê ku ew minasib bin, cîyê ku ew lê werin. Sêvek ji darê dûr nakeve xwarê, mirov wê dibêje, bi tenê gava ku mesele, pirs ew be ku, eger kesek, yê ku dişibe dê û bavê xwe, ji alîyê hem çê û hem ji ne çê ve. Lê eger ku kurik pir neşibe bavê xwe, wê gavê bêguman mirov ne welê ehmeq e û hingê, mirov vê gotina pêşîya bi kar tîne. Wê wextê mirov dibêje
Svarta hönor värper också vita ägg
Mirîşkên reş jî hêkê sipî dikin
Mirov ji wê rewşa, ya ku li pêş, li ber mirov e dest pê dike û welê, bi wî rengî mirov nîşan dide ku ew mîsalek e, nimûnek e bi ”ew qaîdeyê meşhûr”. Ew e, yê ku îzeh dike ku mirov dikare bibe xwedîyê gotinên pêşîyan, yên ku tam tiştên berevajî dibêjin. Mirov dibêje
Kläderna gör mannen
Cîl meriva dikin mirov
Ew di gelek rewşan de rast e, lê li wê dera ku ew hevûdu negre, mirov ji dêlva wê dibêje
Kläderna gör inte mannen
Cîl meriva nakin mirov
Wexta ku mirov dibîne bê çawa xelkên dewlemend daxwaza xwe derdixin pêş, mirov dibêje
Pengar gör allt
Pere hertiştî dike
Lê carinan ew ên zengîn jî bi ser nakevin û hingê mirov bi heyranîyek sergirtî (ew kêfxweşîya, ku bi ser neketina dewlemenda dide mirov) dibêje
Pengar gör inte allt
Pere ne hertişt e
Tiştekî din yê ku mirov gelek caran ji xwe dipirse, ew e: Bê kî ew gotinên pêşîyan yên cuda, cihê çêkirî ye? Li kî derê û çi çax û çawa ew hatine çêkirin? Di derheqê wê de, mirov pir hindik zane. Gelek bere bere gihêştine, çêbûne, geş bûne. Li wê derê mirovek, yê ku tiştekî rast û biaqil dibêje, an jî tiştekî bitinaz û îronîk. Welê yekî din wê baştir dike û yekî sêyem wê şayîk dike. Û welê yekî çarem û yekî pêncem, yên ku alîkarî dikin ku wan belav bikin. Û ew bi rêya ew belavbûna gelêrî ye, ya ku dike ku ew bibe gotinek pêşîyan. Gotinek pêşîya, ya ku bi tenê di pirtûka de ye, ew ne tu gotinek pêşîya ye. Lê ew dikare bibe.
Û dawîyê jî ew digere, diçe ji mirov bo mirov û ji dev ta dev û dawîya dawî ew li wira, li ba ew gotina pêşîya, ya hazir e. Lê kî an jî kîjan, ew e, yê ku formulekirina nîhayî, ya dawî peyda kirîye, wê yekê mirov hema hema qet nizane. Ew e ya ku ferqîyeta di navbera gotinên pêşîyan û ew gotinên bibask, li vê derê mirov derhinêr nas dike, an jî mirov bawer dike ku mirov nas dike.
Mirov dikare dîsan jî tiştekî di serê xwe de hesab bike. Axlebê wan gotinên pêşîyan pir kevin in, ew bi wê awayê gotinê, awayê îfadekirina kavnare de, xuya ye û bi wan navdêrên tazî, rût, bê veqetandek (yên ku di dû re, vê dawîyê, mohra xwe ya kevin li gotinên pêşîyan yên nû jî xist), û ew tê xuya kirin, ji îşaret kirina, qesd kirina bi wan metodên karkirinê, yên ku berî demeke dirêj terk kirî.
Nöden driver naken kvinna att spinna
Mecbûrî dike ku jina tazî birêsî ji xizanî
Ju längre dag dess kortare tråd
Çi qasî dirêj be roj ew qasî kintire ta
(ji ber ku ew di wan rojên havînê, yên ronî de hindiktir dirêstin).
Lê gelek dema xwe, zemanê xwe teqîb dikin. Ew gotinên kevnar vedikşin, di şûna wan de, yên nû tên û ew îşaret dikin bi ew şertên jîyanê yên nû. Di zemanê berê de dihate gotin ku
Skogen är god fattig mans kåpa
Daristenek cibeyê baş ê mirovê hejar e
Bere bere wenda bû ew cibeyê kevnar û di şûna wî de ew bû
Skogen är fattig mans tröja
Daristanek qazaxê mirovê hejar e
Ber bi sedsala19an ve araq bû ew mijara aktuel, ya nîqaşê û wê demê em bûn xwedîyê gotinên wek ku
Supen är den fattiges överrock
Qurtek araq (alkohol) qapûtê ew mirovê hejar e
Û dawîya dawî, di roja me de, ew adetên jîyanê yên nû, dibin sedemê ew tinaza piçûk ku
Bilen är den fattiges överrock
Erebek qapûtê ew mirovê xizan e
Gelek ji wan gotinên pêşîyan, yên herî eslî, xuya ye ku ew li vir, li malê (li Siwêdê) hatine çêkirin. Ew hatine anin; ji ew jîyana karî ya rojane, ji nav erd û daristanê. Ew behsa ga û çêleka dikin, behsa hesp û kûçika û beraza dikin. Ew dibin şahidê nêrîna gundî, ya di derheqê mîrze, beg û yên desthilatdar û dîsan bê ew çi difikirî di derheqê cîranan û xelkên xizmetkar de. Û bê wan çi di derheqê wî de difikirîn. Û di dû re, ew ji nû ve tên şîrove kirin, tefsîr kirin û li ser me li vira û li wira, li gelek deveran tên tetbîq kirin. Bi an jî bê îronî.
Lê ew koma, tibaba mezin ya gotinên me yên pêşîyan, ew ne bi tenê li cem me hene, lê belê mirov leqay wan tê, carinan di vî zimanî de û carinan di zimanekî din de. Gotinek me ya pêşîyan heye, ya ku çend sed sal kevin e. Ew dibêje
Lika barn leka bäst
Zarokên wek hev çêtirîn dilîzin li gel hev
Ew qafîya dûbel, cot, ya destpêkê, nîşan dide ku, divê ew li vê derê li bakur (norden) hatibin formule kirin, hatibin şikil dan. Lê eynî tişt di wan zimanên din de jî hene, lê bi gotinên, yên ku bi şiklekî din ve tên qafîye kirin. Îngilîzî di derheqê çivîkên ku perîkên wan wek hev in, wanî dibêjin: Birds of a feather flock together. Yanî; Çivîkên bi eynî per bi hev re dibin ref. Almanî bi temamî eşkere dibêjin ku Gleich und gleich gesellt sich gern. Û Fransî dibêjin; Qui se ressemble s´assemble. Heman tişt mirov di Tewratê de li cem Syrak jî dibîne: Vart ock ett djur håller sig till sin like, Kurdîya wê: Her heywanek xwe li yên wek xwe digre. Û di Odyssêen a Homeros de, ew welê tê gotin ku: Gud parar samman lika med lika, Yanî; Xwedê yên wek hev dike nisîbê hev .
Welê mirov dikare gotinek pêşîyan bişopîne li dû yeka din. Ew in ew rastîyên kevin, yên di derheqê evîn û dostanîyê de, di derheqê dewlemendî û xizanîyê de û hertiştê di navbera erd û asîman de. Ew di hemû zimanan de hene, lê gotin, îfade tên guhertin.
Tibabek zimanê Încîlê hatîye neqil kirin an jî, ji nû ve formulekirin, wisa pir caran ku ew bûne gotinên pêşîyan – yên ku ew di destpêkê de jî, hem di Tewratê de, di koleksîyona gotinên pêşîyan de û hem jî carinan di gotinê Îsa de yên di Încîla nû de.
Çîrokên heywanan yên kevin, qaîdeyên jîyanê û gotinên îqazkirinê, hişyarîyê belav kirine, yan gotinên pêşîyan ji fabelan çêbûne yan jî tam berevajî, fabel li ser hîmê gotinên pêşîyan yên kevin ava bûne. Ew jê neqilkirinên, jêgirtinên zana yên aqilmendên û nivîskarên Yûnanî û Latînî, ji nû ve hatin guhertin bo gotinên gelêrî. Ew gotinên pêşîyan yên xerab, bêrehm an jî bitinaz, bi henek û bi îronî, di wê gotin guhertina û bihevrebûna rojane de belav bûne û ew qaîde û toreyên exlaqî bi rêya weazên keşan û bi rêya mamoste û serokên din yên xelkê ketine navê. Di sedsala 19an de, ew di mêjîyê zarokan de hatin bi cih kirin, bi rêya pirtûka xwendinê ya Mekteba Xelkê (Folkskolans läsebok), û di wan kitêbên perwedê yên mektebên kevin de, bi zarokên kur gotinên pêşîyan yên Latînî û wecîze dihat ezber kirin û di eynî demê de, ew berginda wê ya Siwêdî. Bi wî awayî wan bi derbekê du mêş dixistin (bi kevirekî du qûç dixistin): gotinên Latînî û qaîdeyên jîyanê ên Siwêdî.
Ew hestên praktîk yên Romayîyan ên kevin û prensîbên jîyanê, felsefa jîyanê ya Yûnanîya, ew qaîde û adetên Încîlê û aqilê Welatên Rojhilat in – ew e ya ku sedema ku li pişt gelek ji wan gotinên pêşîyan, yên me ên herî baş de. Me wan neqandî ye, yên ku ji me re minasib bûne û welê me ji nû ve form daye wan, bi şiklekî wilo ku ew hîn baştir minasib bûne bo me. Bi wî awayî me wan kirine malê xwe û xusûsîyet û karakterê xwe daye wan.
Xelk wan gotinên pêşîyan yên ku ji wan re minasib in dibijêrin û ew, wan welê dikin ku ew bi wan kêfxweş in, memnûn in. Awayên jîyanê yên cihê, wêneyên cuda cezb dike û ew mîzaha gelêrî, xwe li hin deverên welêt cuda îfade dike. Lê ji bo axlebê wan, ew yek muteber e ku ew ne peyiva kor, peyiva beraday ye, lê belê fikirek li pişt, di gotinê de ye, ew mebest e, ew nîyet e, ya bi wan bê ku ew çi dibêjin û ku ew henek be, hingê ew henekek ku cidîyet, rastî di bin de ye. Qet ne be ew zemanê berê welê dihat dîtin, qebûl kirin. Di roja iroj de, mirov tam wan cidî nagre. Em gelek caran wan bi peşkek ji îronî neqil dikin, herî pir wexta ku ew bîrûbawerîyên demên kevin, yên di derheqê miamela bi jinan re, zarok û xizmetkar û di derheqê cur bi cur, celeb bi celeb pêşhikmîyên axlaqî yên ku hatine hilanîn.
Yeke din jî ew e, ya bi gotinên pêşîyan yên henekker. Di wan de ew herî pir tevde henek in. Bi gotinên pêşîyan yên henekker, mirov wan cûre, celebên gotinên pêşîyan yên ku, bi lê zêde kirin, pê ve kirin diqedin, bi dawî dibin:
Wî got an jî wê got, gava ku wan welê û welê kirin:
Tvärtom, sa han som ramlade utför trappan
Tam berevajî, got ew ê ku ber bi jêr ve ji pêlikê ket
Slut på vissla, sa bonden, tappa läppen
Dev ji fîkandinê berde, got yê gundî, lêv jê ket
Ew bi piranî, hinekî kêm zêde yekî ku tiştekî komîk, ecêb gotîye, an jî hatîye îdîa kirin ku di rewşekê de gotîye û ya ku di dû re, ji hêla guhdarên bidîqet, hişyar ve, hatîye belaw kirin.
Gotinên pêşîyan yên henekker, gelekê caran bi tiştên pir hêsan dest pê dikin, yên ku dikarin di eslê xwe de, hem bêzerar û hem jî bêmane xuya bikin. Lê hingê lêzêde kirin, îlaweya wê tê ”wî got” ûwd., û li wir mirov niqteya giring, esprî dibîne, çaxa ku ew behs dikin, bê ew kî bû yê ku wê got û kengî wî ew got.
Det ante mej, sa han som blev utsparkad
Ew li pêşîya min e, got ew ê ku ji kar hate avêtin
Nu är det gjort, sa han som försvor sej
Anuha ew qewim ye, got ew ê ku pir zêde sond xwarî bû
Xala giring (di pêkenînekê de cîyê ku mirov dikene, esprî) di gotinên pêşîyan yên henekker de, gelekê caran di dijîtî, nakokîya di navbera ewên mezin û gotinên cesûr û ew rastîya bêçare û piçûk de ye. Ew bi mêranîyek xweecibandî, pozbilind dest pê dikin û bi awayekî ku hewa ji balonê derdikeve diqedin.
Ingen rädder här, sa bonden, sprang för haren
Li vir tu kes natirse, got yê gundî û ji ber kîroşkê revîya
Här finns krafter, sa skräddaren, bröt itu ljuset
Li vira hêz heye, got drûnker (terzî) û mûmik kir du qeta
Ska det va kalas, så ska det va kalas, sa gumman, stekte den andra sillen också
Divê ew şahî be, hingê divê ew şahî be, got pîrejinê û zûlê (masî) din jî qelande
Carinan lêzêdekirin, îlawe, bitinaz e, îronîk e, ji ber nemaqûlîya xwe
Allting klär ett vackert ansikte, sa flickan, prova de nya skorna
Hertişt li rûyekî xweşik tê, got keçikê, ew solên nû ceriband
De både värmer ock klär, sa gumman om löständerna
Ew hem germ dikin û hem jî tên lixwekirin, got pîrê bo diranên taqim
Gotinek pêşîya ya henekker pêkenokek bi ser hev de civandî û serberjêr kirî ye. Pêşî kurtebersîva dawî tê û paşê di îlaweyê de rewş tê behs kirin.
Stäng dörren, käring, det drar
Derî bigre pîrê, ba tê
Got zarokê ku di gardirobê de asê mabû, ji bo ku şerm bike û hate pêşnîyaz kirin ku dîsa ji çûyina derve xelas be.
Di gelek rewşan de gotinên pêşîyan û gotinên pêşîyan yên henekker bi hev re têkildar in. Dîsan jî gotinên pêşîyan yên henekker bi rêya îlawê, ji ”wî got” ûwd. Peyda bûne û bûne gotinên pêşîyan.
Sådant är livet, sa käringen, såg inkråmet på katten
Jîyan welê ye, got pîrejinê, bi fîyaqe nihêrt li pisîkê
Ändan kröner verket, sa gumman, satte sej på skurgolvet
Serî bi xebatê tê tackirin, got pîrejinê, li ser erda şil rûnişt
Giva är saligare än taga, sa pojken, fick stryk av kristendomsläraren
Dayin bextewertir e ji wergirtinê, got kurik, lêdan xwar ji mamostê xiristîyantîyê
Û hîn jî gotinek pêşîyan, ji gotinek pêşîyan yên henekker e, ya ku di destpêkê de ew îzaheta xwezayî daye bo peyda bûna gotinê û naveroka, maneya wê.
Ingen vet var haren har sin gång, sa käringen, satte snaran på taket
Tu kes nizane şivarêka kîroşkê li kê derê ye, got pîrejinê, li banî dahfik danî
Gotinên pêşîyan yên henekker xwe didin der, ji bo ku dîrekt bibin jêgirtin, jêneqilkirin, bê eva an jî ewa, bi rastî çi gotine. Gelek caran ew rast e, lê pirê caran ew dikare hatibe baş kirin, an jî bi temamî ji hêla kesekî ve hatibe çêkirin, îmal kirin, yê ku ew dixwaze qeşmerîyê xwe bi wî bike.
Di gelek rewşan de navê mirovekî hatîye dayin, yê ku tê îdîa kirin ku wî ew gotîye, kesek yê ku navdar, naskirî bû, an jî xerabnav li deverê. Lê ew dihat jibîrkirin, çi qasî ew gotina pêşîya a henekker dijîya û çi qasî ew li deverên dûr xwe belav dikir. An jî mirov anonîmîyek bi îhtîmam layîqî wî dîtîye û welê ew di şûna wê de bûye ”wî got” an jî ”wê got” an jî kalo yan jî pîrê got û hwd.
Gelek caran mirov ji fersendek delel îstîfade kirîye, ku qeşmerîya bi gundîya û drûnkera, terzîya an jî mirovên pîşeyên, meslekên din, keşe an jî tahsîldar yan jî Lanetî û pîra dîya wî.
Små smulor är också bröd, sa fan, slök en skräddare
Kurtêlên piçûk jî nan e, got lahnetî û drûnkerek (terzîyek) daqurtand
Gör inte som jag gör utan som jag säger, sa prästen
Weke ku ez dikim neke, lê belê wek ku ez dibêjim, got keşe
Det var nummer ett, sa fan, slängde länsman över gärdsgårn
Ew hêjmara yekê bû, got lahnetî, tahsîldar di ser dîwarê hewşê de virvirand
Den tar vi, sa polisen, hitta lönsman i diket
Em wî digrin, got polîs, tahsîldar di kortalê de dîtin
Välkommen i det gröna, sa fan, satte mor sin i nässlorna
Bixêr hatin nava şênkahîyê (kesk), got lahnetî, dîya xwe danî ser gîyagezkê
Lê ew diqewime, ku ew navê destpêkê, yê eslî jî dijî
Slutad bal, sa Fristedt
Dawî li baloyê hat, got Fristedt
Det hör inte hit, sa Platin om rättvisan
Ew ne aîdî vir e, got Platin ji bo edaletê
Hemskt, sa Rydingen
Ecêb (nedîtî), got Rydingen
Utsupet, sa Wadman
Bi temamî hatîye (araq) vexwarin, got Wadman
Evan mirovê li vê derê û gelekên din em wan nas dikin. Lê yên din hatine jibîrkirin. Gravander kî bû, yê ku got Gurm, di wê rewşa pir xweş de? Gelek in yên ku wê ”zanin” an jî bawer in ku ew wê zanin, lê mixabin ew hema hema hemû cihê ”zanin”. Ew a tenê û saxlem ew e ku ew mêrek e, yê ku berî demeke pir dirêj jîya bû. ”Gurm, got Gravander” di namekê de ye, ya ku di sala 1838an de li Uppsala hatîye nivîsandin, a ku eşkere îma bi ew gotina pêşîya ya henekker û dîyar (ya tê zanîn) dike. Û çend zêdetir jî ew e, ku hîn di nav koleksîyona gotinên pêşîyan yê Celsius´ de, yên ji sala 1718an de, ku gotinek pêşîya ya henekker heye, ya di derheqê ku Gravander çi got, çaxa ku wî tawe xiste xwarê û ew ne dûrî aqila ye, ku ew di derbareya eynî mirovî de ye. Di vê rewşê de, ew di hundirê zeman de bûye şexsîyetekî efsaneyî, yê ku wî kirine qasid ji bo kurtebersîvên, replîkên guhertî, di rewşên mina hev de, bi eynî awayî wek henekkerên, komedyenên navdar û rastîbêjên di roja me ya îroj de, ku bi zorê bi wan didin qebûlkirin ku bibin kurtebersîvbêj, replîker, yên ku di rastîyê de hatine mehkûm kirin, hem berî û hem jî piştî zemanê xwe. Gravander xuya ye ku zilamekî xwenda bûye, wî Latînî axiftî ye (se under ”Pang”, yanî; li bin ”Gurm” binêre), û belkî ew bû, yek ji wan herdu birayên Ludovicus Ionae (dvs. Ludvig Jönsson, yanî Ludvig Jönsson) û Andreas Ionae Gravander Holmenses (dvs. Stockholmare, yanî ji stockholmê), yê ku hatîye qeydkirin li zankoya, unîversîta Uppsala di 19ê Mijdarê, di sala 1687an de (upps. univ. Matrikel I sid, 312). Ew yek rast be, wê wextê ew qezaya piçûk 300 – salekî nemir bexşî wî kirî ye.
Û Moberskan kî bû, ya ku got Finemang? Ango şahane. Dihat îdîakirin, ku ew jineke bazarê (yanî ya ku li bazar kirînûfirotin dikir) bû, li Stockholmê û dibe ku ew navdar bûye, ji bo ku wê gotinên zimanê bîyanî, di kîjan girêdanê, têkilatîyê de dibe bila bibe, wê wan bi kar anîye. Û gava ku gotina pêşîya ya henekker piştre hate belav kirin li deverên din, li wê dera ku ew nedihat nasîn, wê wextê pir xwezayî gotin, îfade hate tewanbarkirin û bo gelekên din pîreka Moberg li deverên cuda yên welêt. Yek Moberska xwe bi xwe bû.
Gotinên pêşîyan yên henekker, berî hertiştî di demên kevin de, kêfxweşîya xwe kirine – û ya me – pir bi dijwarî û gotinên xav û giran, binavkirinên bêsewîye, qebe bo perçên, beşên laşî û fonksîyonên laşî û hwd. Piştî ku ew gotinên ”neçê, xerab” ku nuha hatine veguheztin ji dîwaran û ji çita, ji texta bo edebîyata bedew, mirov bi taybetî ne bi awayekî baş kêfxeş e û ne jî şoke bûye bi wan. Mirov dê jibîr jî neke ku gelek ji wan gotinan xwedîyê biha, nirx, qîmetek din bûn û bi kar anînek di zemanê kevin de. Anuha, ji nû ve ew welê basîtin, ku mirov hema hema wan binixumîne bi xêzikek veqetandinê, an jî bi du niqta ji bo ku mirov dê piçekî kêfxweşîkê ji wan bigre, bistîne.
Çavkanî:
Nivîskar: Holm Pelle 1965
Navê pirtûkê: Ordspråk Och Tallesätt med Förklaringar.
Tredje tryckningen av 1975 års omarbetade upplaga
Tryck WSOY, Juva, Finland 1986
ISBN 91-34-30710-8

Werger ji siwêdî: M. H. Şimşek