torsdag 3 september 2009

SUMER


Gotinên pêşîyan û gotinên pêşîyan yên bihenek yên herî pêşî
Demeke dur û dirêj mirov di wê bawerîyê de bûn ku kitêba gotinên pêşîyan ya di Tewratê, (Încîlê) de ew wecîzeyê ku cara ewil hatibûn berevkirin û cara pêşîn hatibûn nivîsandin. Lê dema ku teqrîben berî du sed salî lêkolîner dest bi lêkolînê, ya li ser kultura, çanda Misrê kirin, koleksîyonên gotinên pêşîyan yên ku ji ên Îsraîlya pir kevntir hatin dîtin. Lê dîsan jî, lêkolîner not dikin ku; ew ne yên herî kevin bûn. Koleksîyonên gotinên pêşîyan yên Sumeran bi sedan sal kevntirin ji axlebên nivîsên wek ên Misrîyan, qet nebe ji ew ên ku heta wêga hatine keşif kirin.
Bi tenê, teqrîben heta bist sal berê jî, hema hema tu kesî, yekî tikîtenê jî ji gotinên pêşîyan ên Sumeran yên otantîk, esil, ne dinasîn. Heta ku hejmarek kêm gotinên pêşîyan ku bi du zimanan weşandî, yanî yên welê ku bi Sumerî hatibûn nivîsandin û piştre wergerandi bûn Akkadî û yên ku hezar sal berî Hz. Îsa, li ser tabletê herîyê hatibûn nivîsandin hatin dîtin. Li gel vê jî Edward Chiera di sala 1934an de gelek perçenivîs weşandin, yên ku li Nîppur hatibûn keşif kirin, yên ku bi tarîxa xwe hezar û heştsed sal berî Hz. Îsa bûn. Ewan dokumentan, yanî yê ku hê jî kevintir bûn, ew yek nîşan dida ku wan nivîskarên Sumerî muhtemelen gelek nivîsên din yên wek wan nivîsandî bûn.
Di sala 1937an de, min dest pê kir û beşek zemanê xwe ji bo lê kolîna, lê hûr bûna ev cureyê edebî, wêjeyî bi kar anî û ez di xebata xwe de bi ser ketim û min hejmarek mezin dokument tespît kirin, hem Muzexana ji bo ew dema pêşdîrokî ya Welatên Rojhilat (Orienten) li Stenbolê û hem jî li Muza unîversîteya Philadelphia. Di herî dawîyê de, min çend sed heb berhev kirin, lê min fêm kir ku, lêkolînên min yên din bo edebîyata Sumerî destûr nade min, ku ez bi detay li ew materyalê mezin, lê bikolim, lê hûr bibim. Ji ber wê yekê min ew sipartin, teslîmî Edmund Gordon kirin, asîstanê min yê li Muzaxanê, kopyayên min yên Stenbolê û dokumentên yên ji Muza unîversîta Philadelphia. Di dû xebatek xîretkêş û enerjîk û ya bi mehan, Gordon keşif kir ku ew materyalên heyî têra, ji nu ve pêk anîna zêdeyî duzînek koleksîyonên cihê û di gelek ji wana de, bi dehan û di yên din de, heta bi sedan gotinên pêşîyan hebûn. Didu ji wan koleksîyonan, bi rêya Gordon bi tîrajek nîhayî hatin weşandin, yên ku tam nêzîkî sê sed heb gotinên pêşîyan tê de kom kirî, yên ku axlebên wan heta nuha nedihatin nasîn. Ev a jî, ji xebata wî ye ku min ji materyalê wî deyn kirî ye, ji bo vî beşî.
Yek ji wan taybetmendîyê, xusûsyetê ku gotinên pêşîyan karaterîze dike, bi giştî muteberîya wan e. Eger ku kesek, kesin di derheqê biratîya însanan de şik bike û yên ku ji nêzîkayîya mirovatîyê, ya di navbera hemû xelkan û nîjadan de, ew ê di xetaya xwe de îkna bibe; ku ew bi tenê bi rêya xwendina gotinên wan yên pêşîyan û qaîdeyê wan ên jîyanê. Zêdetir ji berhemên din yên edebî, ev berhemên ha ji alîyên kulturî û jîngehî ve, ferqa bilindîya wan ji yên din bêtir yê giştî û domdar di tebîeta mirovî de eşkere dike.
Ew gotinên pêşîyan yên Sumeran ku heta roja me hatine paraztin, berhev kirin û qeyd kirin, yên berî 3500 salî ne û gelek ji wan jî, bêgûman aîdî xezîna aqilê ku bi devikî tiradera bûne, (tradera yanî; bi devikî neqil kirina ji nifşekî bo nifşê din, bi nîyeta, armanca; çîrok, efsane, kilam û stiran), yên ku bi kêmanî çend sed salan kevntir bûn. Ew gotinên pêşîyan ji alîyê xelkekî ve hatine çêkirin, afirandin yên ku pir ji me cuda, ji alîyê ziman û jîngeh, adet, kevneşopî û fikir, bawerîya dîn, aborî û jîyana civakî.
Lê dîsan jî ew e, ew cureyên, hest, hiş û aqil yên ku dertên der, eşkere dike û eger hinekî ecêb be jî, dîsan jî ew wek yên me ne. Çawa wê ew yek mimkun be, ku em ê daxwazên xwe nasnekin, bi awayê xwe fikirandin, têkçûn û zehmetîyên xwe di wan gotinên pêşîyan de? Ew yek weke ku mirov olanekê, degvedanekê dibihîz e, ji ew komedîya mirovahîyê, ku li wê derê, misêwa aktorên ku bi şûn de tên û rolên xwe dilîzin.

Li wê derê ew kesê pitpitok, yê ku hemû sûcên, qebhetên û têkçûnên xwe bi qederê ve girêdide û qet dawî li xemê xwe nayne û keser dikşîne:
Ez di rojeke qezayê de ji dayik bûme.
Û cîranê wî, ew yê ku ”ji bo diya xwe ya nexweş” dipeyive û misêwa li dû mazereta digere û ew yê ku pirsa xwe ya bêqîmet bi seferber kirinek şefaf û bi îzahatên nerast diparêze:
Ma mirov dikare bêyî têkilatîya cinsî zarokan çêke?
Ma mirov qelew dibe bêyî ku xwarinê bixwe?
Ew, yên ku Sumerî di derheqê hebûna biserneketinên xwe de difikirin; ew ên ku bi kêrî tu tiştî nedihatin, mirov li vir dibîne:
Ger mirov te têxe nava avê, wê av qirêj bibe.
Ger mirov te têxe nava bexçekî, wê fêkî xerab bibin.
Mina me, Sumeran jî xwe bi şûnde dikşandin, ji bo çikûz bûnê û teserif kirinê. Dê mirov tawiz bide bo tehrîkekê û perê xwe derxe, an jî dê mirov têgihîştî, maqûl wan teserif bikin? Carna xwe bi wiyalî de meyil kirin û carna jî bi alîyê din de:
Em mahkûmê mirinê ne, bihêle em zîvê xwe xerç bikin;
Em ê demeke dûr û dirêj bijîn, divê em (malê xwe) bidin ser hev.
An jî heger ku mirov bazirgan bûna:
Ew cehê pêşî ê dê zû bigihêje – em ji ku pê zanin?
Ew cehê paşîn dê zû mezin bibe – em ji ku pê zanin?
Li Sumer û wek li hin cîyên din, ji xelkê feqîr re zor bû ku bikarîbûna tiştekî bi ser hev de bianîna; ew pozisyon, ew rewş hêjayî li berketinê û xemgînîyê bû, û ya ku îlham dabû îzah kirina kombînezonek melodîk ya van rêze helbestên, yên ku bi qabilyeteke fêmkirinê û bitesîr hatine nivîsandin:
Ji bo yê feqir baştire ku miri be ji ku zindî be:
Ger nanê wî hebe xwêya wî tune;
Ger xwêya wî hebe nanê wî tune;
Ger goştê wî hebe berxê wî tune;
Ger berxeke wî hebe goştê wî tune.
Ew îmkanên yê feqîr ku mimkun bû ku hebe piçûk bûn, bêyî ku bikaribin xwe nû bikin:
Yê feqîr ji zîvê xwe dikote.
Û wexta ku hertişt diqedîya û rêyeke din tune bû ji ku ew miracaetî selefxur bikin, yê ku sert û zalim bû, li hember wan feqîrên deyndar. Û di dû wê netîcê de gotinek pêşîyan:
Yê feqîr deyn dike û ji xwe re derdan peyda dike.
Li Sumer, ew ên feqîr bi giştî nefspiçûk bûn û bi qedera xwe razî bûn. Tu sebebekî tune ku mirov qebûl bike ku ew tu caran bûn sedemê tevlîhevîyê, an jî tu şoreşê, li hember ew ên zengîn û çînên ku hukim dikirin. Lê dîsa jî, gotinek pêşîya heye ku dibêje:
Hemû malên feqiran ne wek hev îtaetkar in.
Eger ku werger bêqusûr be, ew gotina pêşîya nîşan dide ku heta derecekê, weke jê re dibêjin hişyarbûna çînî ye.
Di gotinek pêşîyay din de, mirov dibê qey olana weazên 5:II a dibihîz e:
”Şêrîn e xewa xebatkar”, û Tewrat (Talmud) “Ew yê ku malê xwe zêde dike, xemê xwe zêde dike”:
Ew yê ku gelek zîvê wî hebe bi rastî bextewar e.
Ew yê ku gelek cehê wî hebe bi rastî bextewar e.
Lê ew yê ku malê wî tune dikare razê.
Tîpek ji yên feqîr, yê ku qabilyeta wî ya felsefî kêm bû, sûcê feqîrîya xwe, ne ji qelsîya xwe bi xwe, lê belê ji bêkêrîya li cem ew hevalên, yên ku ew bi wan re diket qirika hevdu, di rêwêtîya dirêj ya jîyanê de didît:
Ez hespekî telebê me,
lê diçim di ber eynî erebê de weke qantirekî.
Ez mecbûrim erebekê (du teker) bikşînim,
li ser zil û pûş kaş bikim.
Heke ku mirov wan karkerên xizan û belengaz li ber çavan bigre, yên ku di nava îronîya qederê de, nikarî bûn ew tiştên ku wan bi xwe çêdikirin, îmal dikirin, li ba xwe ragirtana, Sumeran rexne lê wê yekê digirtin:
Cilê xizmetkarê odê (kammartjänare) hertim qirêjî ne.
Di derbasîyek bi lez de hate gotin ku wan giringîya mezin didan cilan. Wan digot:
Kêfa hemûya ji ew mêrê başbicîl re tê. (Yê ku cilê xweşk li xwe dike).
Ku mirov xizmetkarê odê li ber çav bigre, xuya dike ku qismekî ji wan ne bê perwerde bûn, bi qasî ku ji vê gotina pêşîyan jî xuya dike:
Ew xizmetkarekî odê ye, yê ku bi rastî sumerî xwendî ye.
Tam wek hevpîşên (meslektaş) xwe ên modern, hevdem, diqewimî ku stênografan (awayekî nivisîna bi lez), nivîskeran hertim bi ser nediketin ku bi tevî re bigihîştana, ew tiştên ku dihate dikte kirin. Li pişt van gotinên metih kirî ku taqîb dikin, întîbak bi mirov re çêdibe, ku mirov heweskarê heyfhilînê dibihîze:
Nivîskerekî yê ku destê wî dibeze
wisa zû weke ew devê ku dixwîne
Ew sekreterekî hêjayî navê xwe ye!
Li Sumer nivîsyarên ne emîn jî hebûn, bi taybetî di hêcekirinê de. Di her halî de, întîba bi mirov re çêdibû, wek e ku mirov gûman dike ji vê pirsê:
Nivîsyarekî ku nizane sumerî
ew çi celeb nivîsyar e?
Gelek caran di gotinê pêşîyan de, di derheqê cinsê qels de behs tê kirin û ew hertim ne tiştên pesin danê ne, yên ku têne gotin. Heke ku li Sumer tu kesên ”golddiggers” (yanî; ew jinên ku dixwazin luks bijîn û loma jî bala xwe didin ser mêrên dewlemend), ku mirov ji tunebûna wan ewle bû jî, lewra dîsan jî keçên ciwan (bakîre) ne bêyî bi hestên bo rastîyên jîjanê bûn. Yek ji wan kesên nazenîn ku di salên zewacê de, ku li hêvîya, li benda mîrê ku di xeyala wê de, bê zar bibû û êdî ji xwe re nedikir xem ku sebra xwe veşêre:

Ji bo yê ku xwedî dewlemendî û statû
ji bo yê ku ji ba pê ve ne tu tiştek e,
Gerek ji bo wî ez ê evîna xwe hilînim?
Wekî din, zewac ne bi tenê gul bûn di wê demê de:
Ew yê ku qet jin an jî zarok xwedînekirî be,
tu caran şerît di pozê xwe de hilnegirtî ye. ( îma kirin li ser şerîta pozê hêsîrên şer e).
Ew mêrê sumerî yê zewicî, gelek caran xwe îhmalkirî hîs dikir, Wek ku ji vê gotina pêşîyan jî xuya dike:
Pîreka min li perestgehê ye,
dayika min li jêrê li ber çem e,
Û ez li virê rûniştî û ji birçîna nema me. (dimrim).
Ew pîreka dilbitirs û nerazî, ya ku nizanî bû bê ka qusûra, eyba wê çi bû, di wê dema dûr de jî, pir diçû ser bijîjk. Qet nebe mirov dikare, eger werger rast be, vê netîcê ji van gotinên pêşîyan derxe:
Jineke bêtebat li malekê
ji kerba nexweş dixîne.
Ew yek, di bin wan şertan de, ne ecêb bû ku mêrekî sumerî yê zewicî, carinan ku ew poşman dibû û heta dereceyekê dihişt ku bengînî ronahî di çavên wî de nehêle:
Ji bo xatirê zewqê: zewac.
Bi fikirandineke kûrtir: hevdûberdan.
Carinan dikaribû ev jî biqewime – tiştên bi vî rengî di roja îro de jî rû didin – ku ew herdu yên nûzewicî, bi hestên gelekî ji hev cihê diketin nava zewacê, ya ku ev kurte tesdîqkirina pir xweşxeber jî ku baldikşîne:
Dilekî şad: bûkek.
Dilekî xemgîn: zavayek.
Heçî xesûyê eleqedar dike, xuyaye ku ew ne werê dijwar bû wek hevdemên îroj li hember xwe; qet nebe tu çîrokên xesûyên sumerîyan hîna eşkere nebûne. Di Sumera kevin de bûk bû ya ku xwedîyê navê (reputation) xerab. Ew yek ji epîgrameke sumerî dîyar dibe ku çi baş e û xerab e ji bo mêrekî, wek ku îfade dibe:
Kodikek li çola ziwa
jîyana mêr e,
Sol (pêlav) ronîya çavên mêran e,
Pîrek pêşeroja mêran e,
Kurek sitara mêran e,
Dotek xelasîya mêran e,
Lê bûkek cehenema mêran e.
Sumeran qîmeteke mezin didane dostanîyê. Lê wek ku li cem me jî ”Xwîn tîrtir e ji avê” bû:
Dostanî rojekê dajo,
Merivantî ebedî ye.
Miqayesek balkêş e, enteresan e, ji alîyê nezera çand û dîrokî de, ku kûçik qet wek ”dostê însanan yê herî baş” ji alîyê sumeran ve nehatîye dîtin. Bi qasî ku ji van gotinên pêşîyan yên weha jî xuya ye, ku ew, yanî kûçik bilekîs gelek nesadiq dihat dîtin:
Ga cot dike,
Kûçik wan xetên kûr xera dike.
Ew kûçikek e: ew mala xwe nas nake.
Kûçikê hesinger nikarîbû sindanê (örs) biqelibîne;
Lewma ji dêlva wê ve wî kûzê avê qeliband.
Eger helwesta sumerîyan bo kûçik ji bo me piçekî ecêb xuya bike jî, wekî din, di mijarên din de fikir û bawerîyên wan hebûn, yên ku pir mîna yên me bi xwe ne, bo nimûne:

Keştîajoyek (yê ku bêrikên keştîyê, gemîyê dikşîne) mêrekî bi karakterekî şerûd e.
Ev gotina pêşîya ya henekker a sumerî:
Wî hêja rêvî negirtiye,
Lê wî ji niha ve toqahesin ji stuyê wî re hazir kiriye.
Ew wek beramberî ev a me ye ”Mirov dê nebêje roj baş (bijî) berî ku meriv di ser cihikê re derbas be”.
Nîhayet, dawîya dawî:
Wexta ez ji wî gayê kûvî xelas bûm,
Rû bi rû mam bi wê çêleka har re.
Ev bi tenê bi awayekî din e ku tê îfade kirin: ”Ur askan i elden”. Yanî; ”Ji ber baranê reveiya leqay terezê hat”.
Divê ku mirov xebatkar, jêhatî be, bêguman di her demê de û li her deveran dihate weaz kirin; sumeran ew tişt, bo nimûne wisa îfade dikirin:
Dest û dest, xanîyê mêrekî ava dibe;
Zik û zik, mala mêrekî wêran dibe.
Qismek ji sumeran di bin bandora, tesîra nexweşîya mezinîyê de mabûn û zêdeyî îmkanên xwe dijîyan. Qesd kirina vê hişyarîyê ji bo wan bû:
Ew yê ku wek mîrekî xanî ava ke, wek kolekî dijî;
Ew yê ku wek kolekî xanî ava ke, wek mîrekî dijî.
Ku mirov şer û aştî li ber çavan bigre, yanî ji wê hêlê de li meselê binêre, sumerî bi xwe jî wek me di eynî dilemmayê de bûne. ”Mirov aştî bixwaze, divê mirov xwe ji bo şer bi çek bike”, digot romayîyan û sumerîyan û ew yek wanî îfade dikirin:
Dewlet qels bi çek e – (çekê wê hindikin)
Dijmin nikare were qewirandin ji ber dergehê der.
Lê wan zanîbû ku şer jî ne zêde bi feyde ye û hertim ji alîyê neyaran de bi eynî awayî bersîv dihatê dayin:
Tu dikevî rê û diherî welatê dijmin dagir dikî;
Dijmin ji wê were welatê te dagir ke.
Lê, ger ku ew şer be yan jî aşîtî, tiştê herî giring ew e ku mirov hertim “hiş li serî” be û nebe qurban ji bo îluzyonan. Di derheqê wê de sumerîyan digot, şîretek ku hîn jî muteber e:
Mirov dikare xwedî hikumdarek be, mirov dikare xwedî qiralek be,
Lê sedemê wê tirsa mirovan memûrê bacê ye!
Ew komên, koleksîyonên ji gotinên pêşîyan û ji gotinên pêşîyan yên henekker, bi tenê alîyekî ji wê edebîyata, çavkanîyên nivîskî (visdomslitteraturen) yên Sumerî nîşan dide. Ew nivîskarên Sumerî, wê ceribandina, essän (hunerekî nivîsandinê) pedagojîk jî çêkirine, afirandine, wek bo nimûne, ew dikare ji grûpek qaîde an jî ji destûrname, nîzamname, tiştekî welê ku mîna; kitêbek gelêrî bi komek, koleksîyonek ji fikran û lênêrînan yên gelêrî ku xwedîyê giringîyek ji bo zîraet, cotkarî, bi kurtî şîret û tecrûbeyên jîyanê ji bo gundîyan di zemanê berê de “Bondepraktikan” (beşê dehan), an jî ew dikarbû wek taswîrkirinek ji jîyana mektebê be (beşê diduyan). Lê cûreyekî berhemên aqil, aqilmendî (visdomsalster) hebûn, yên ku nivîskarên Sumerî bi taybetî heyranê wan bûn: Li ser pirsgirêkekê minaqeşe kirin (dispyt), yanî babetekî şerê ronakbîrî, entellektuelî û minaqeşa aqilmendî. Ew yek herî pir jî di minaqeşa li ser pirsgirêkekê ya di navbera du raqîban de pêk dihat, yên ku her yek ji wan karibûn; (personifiera, yanî teswîrkirina an jî fêm kirina (tiştekî, alavekî bêruh, têgehek, mefhûmek micered, abstrak, dewletek, welatek û yên wilo), şexsek an jî mexlûqekî jîndar; û dikre lê bê zêde kirin (alavekî bêruh û hwd) taybetîyên, xisûsyetên însanî (fikir, hizir an jî şarezayîya axaftinê û yên werê); (di xebateke edebî de) tarîf kirina (heywanek, alavekî bêruh û hwd) îfşaker, eşkereker û yên wilo. demsalek, heywan, nebat, gulûgîya, maden, kevir an jî wek ku ew çîroka Încîlî ya pir bi kurtî, Kaîn – Abel, meşxûlyetek, xebitandinek.
Nuha em têne ba şerê bi gotinan; ordstrid; şerê bi gotina an jî nivîskî; pirsgirêk an jî debat an jî ketina qirika hevdu (di xizmetê de jî) bi taybetî jî; di derheqê îxtîlafa gotinan de, maneya û rast bikaranîna wan û yên wilo, an jî bê naveroka fikrek miayen, divê çawa rast were îfade kirin û yên welê. yên edebî û herî pêşîn di dîrokê de.
Çavkanî:
Samuel Noah Kramer: Så Levde Sumererna
Amerikanska originalets titel: From the Tablets of Sumer
1956 by Falcon´s wing Press, Indian Hills, Colorado
Översättning av Gunilla och Stig Roswall
Victor Pettersons Bokindustri Aatiebolag
Stockholm 1958
Werger ji siwêdî: M. H. Şimşek

Inga kommentarer: